Muhammet Kurşun
23 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
BRÜKSEL
Hat îddiakirin ku li Anversa Belçîkayê rê li ber êrişeke terorî hatiye girtin
Li gor rojnameya Le Soirê ku xwe spartiye polêsê Anversê, wasiteyek li kuçeya Meirê ya ku dikanên kirîn û firotinê lê hene li ser peyareyê birêve dest bi rêveçûnê kir. Li ser vê peya mecbûr man ji ser peyareyê birevin. Hêzên ewlehiyê demildest mudaxeleyî wasiteyê kirin. Wasiteya ku ji cihê bûyerê bilez reviya hat sekinandin. Rojnameyê nivîsand ku êrişeke muhtemel hat astengkirin.
Li gor xebera qenala televizyona dewletê RTBFyê, li wasiteya ku plakeya wê fransî ye, çek û unîformayên eskerî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku şofêrê wasiteyê ji Tûnisê ye.
Qenala televizyona taybet VTM jî, ragihand ku şofêrê wasiteya di şewqa sor de derbas bû û guh neda hişyariya hêzên ewlehiyê hat binçavkirin.
Li derdora wasiteyê tevdîr hatin stendin. Herwiha hat ragihandin ku dê Şaredarê Anversê Bart De Wever der barê mijarê de daxuyaniyê bide.