Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
SHAH PORIR DWIP
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) diyar kir ku hejmara misilmanên ji Arakana eyaleta Mynamarê yên ku ji êrişên artêşê û budîstên neteweperest revîn Bangledaşê gihîşte 73 hezarî.
Vîvîan Tana Berdevka Herêmê ya Bangladeşê ya KBPNYê got ku ji 25ê Tebaxê ya ku êrişên artêşê û neteweperestên budîst dest pê kir vir da 73 hezar sivîl derbasî Bagladeşê bûn.
Artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî milîtanan va êrişî misilmanên ji Arakanê dike û ji 25ê tebaxê hetanî nika gelek misilmanên sivîl hatin kuştin. Di êrişan da ji 60î zêdetir gund xistin hedefê û bi dehan gund jî şewitandin.
Bi deh hezaran misilmanên ji Arakanê jî ji ber ewlehiya canê xwe ji herêmê direvin û di beja an jî behrê ra derbasî Bangladeşê dibin. Bi deh hezaran misilman jî hê li sînor li benda derbasbûnê ne.
Ji ber ku hikûmeta Myanmarê destûrê nade saziyên navneteweyî derbasî herêmê bibin nikarin hejmara miriyan tam tesbît bikin. Saziyên civaka sivîl ên Arakanê dibêjin ku hejmara miriyan ji hezarî derbas bû.