Zuhal Demirci
28 Adar 2023•Rojanekirin: 29 Adar 2023
Hemze Yusûfê serokê nû yê Partiya Neteweyî ya Îskoç piştî dengdayîna li Holyrooda Parlamentoya Xweser ya Îskoçyayê hat hilbijartin û bû serokwezîrê yekem yê Misilman.
Piştî ku Nîcola Sturgeona seroka Partiya Neteweyî ya Îskoç û Serokwezîra Herêma Îskoçyayê îstifa kir, Hemze Yusûf bû serokê nû yê partiyê û di pey ra jî li Parlamentoya Îskoçyayê dengdayîn hat kirin.
Hemze Yusûfê bi eslê xwe ji Pakistanê ye, di dengdayînê da 71 ray hilda û weke Serokwezîrê Herêma Îskoçyayê hat hilbijartin.
Bavê Hemze Yusûf ji Pakistanê ye di salên 1960î da koçî Îskoçyayê kiriye û diya wî jî weke zaroka malbateke Asyaya Başûr li Kenyayê çêbûye.