Elif Orhan
27 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
NEWTEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku referandûma li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rageşiya li herêmê zêde kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Dujarrîc di agahdarkirina çapemeniyê ya rojane de got ku "Em haj pê hene ku piştî referandûmê rageşî zêde bûye û em bangî hemû aliyan dikin ku ji bi kêmkirina rageşiyê çi ji destan bê divê bike."
Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres û Konseya Ewlehiyê ya NYyê jî eşkere kiribû ku ji potansiyela bêîstiqrarbûnê ya referandûma li HKIyê bifikar in.