15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
HEWLÊR
Berpirsê Karûbarên Derva yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got, "Hereketa Goranê pêvajoya siyasî xitimand û dezgehên fermî fetisandin. Ji ber hindê PDKyê peymana ku Goranê pêpes kir, fesx kir. Yûsif Mihemedê ji Goranê êdî ji bo me serokê parlementoyê nîne. Hat gotin ku êdî wezîrên ji Goranê jî dê wezîfeya xwe nedomînin."
Hewramî krîza siyasî ya di navbera PDK û Goranê ya ji ber xwepêşandanên li bajarê Silêmanî û navçeyên wê yên Herêma Kurdistana Iraqê ji peyamnerê AAyê re nirxand.
Hewramî destnîşan kir ku berpirsê xwepêşandanên ku bi mirina 5 kesan û birîndarbûna 200 kesî va encam da Hereketa Goranê ye û wiha xeberda, "Goran li ser peymana bi PDKyê re ya dema avakirina hikûmeta koalîsyonê de nema. Ji bo xerakirina lihevkirin û hevsengiya siyasî Yûsif Mihemedê ji Goranê serokatiya Parlementoyê wekî amûr bi kar anî. Hereketa Goranê pêvajoya siyasî xitimand û dezgehên fermî fetisandin. Ji ber hindê PDKyê peymana ku Goranê pêpes kir, fesx kir. Yûsif Mihemedê ji Goranê êdî ji bo me serokê parlementoyê nîne. Hat gotin ku êdî wezîrên ji Goranê jî dê wezîfeya xwe nedomînin."
Hewramî îdia kir ku armanca Goranê ew e ku "anarşî û kaos"a li Silêmaniyê bîne Hewlêrê û wiha domand, "Di xwepêşandan û êrîşên ku Goranê organîze û plan kir de zilm li PDKyê hat kirin. Avahiyên me hatin şewitandin, 2 endamên me hatin kuştin, 50 hevalên me birîndar bûn. Ji bo ku Hewlêr jî tevlihev nebe me destûr nedayê ku Serokê Parlementoyê Yûsif Mihemed ê ji Goranê têkeve Hewlêrê. Ji ber ku armanca Goranê ew bû zilma ku li Silêmaniyê li PDKyê kir bîne Hewlêrê, Hewlêrê jî têxe nava kaosê û îstiqrara Kurdistanê xerab bike û PDKyê bi krîzeke kûr re rûbirû bihêle."
Hewramî diyar kir ku ji bo normalîzekirina pêvajoya siyasî ya herêmê ew digel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên din ber xwe didin û wiha berdewam kir, "Goran nikare di nava hikûmetê de bimîne û li dijî PDKyê çalakiyên tundiyê plan bike. Wekî perçeyekî ji hikûmetê nikare mîna muxalefetê tevbigere. Heger çiqas bepirsiyariya PDK û partiyên din hebe, ya Goranê jî ewqas heye. Heger berpirsiyariyê hilnegirin, nikarin digel me bimînin."
- Rewşa hilbijartina berwext
Hewramî ji bo pirsa, "Hilbijartina berwext mimkûn e?" wiha got, "Ji bo jinûve avakirina pêvajoya siyasî ya ku Goranê têk bir, hevdîtinên me yên bi aliyan re didomin. Heger YNK, Yekgirtû û Komel di nava hikûmeta bêyî Goranê de bimînin û dewam bikin, serokatiya parlementoyê û wezaretên ku ji Goranê hatin stendin dê bên parvekirin û bi awayî hikûmetê li ser rêya xwe bimeşe. Lêbelê heger partiyên navborî vêya qebûl nekin, wê çaxê biryara hilbijartina berwext dê were dayîn û hikûmeta hilbijartinê dê were avakirin."
Berpirsê Karûbarên Derva yê PDKyê Hewramî bal kişand ku tu eleqeyeke krîza aboriyê bi kêşeya serokatiyê re tuneye û wiha dewam kir:
"Krîza aboriyê ya li herêma Kurdistanê tu eleqeya xwe bi kêşeya serokatiyê re tuneye. Goranê xwest ku têgihîştineke wisa ava bike mîna ku krîza aboriyê ji ber PDKyê derdikeve holê. Hal ew e ku Wezareta Aboriyê û Serokatiya Parlementoyê di destê vê partiyê de ne. Şûna ku werin bi me re çareseriya kêşeyê mizakere bikin, çûn lihevkirina heyî xerab kirin û hevsengî serûbin kirin. Ew perçeyekî ji hikûmet û îqtidarê ne. PDK ji 23 wezaretan tenê xwedanê 5an ne. 18 wezaretên mayîn di destê partiyên dî de ne."
Ji bo îdiaya parlementerên Goranê dê parlementoya herêmî li Silêmaniyê bicivînin jî Hewramî wiha axivî, "Cihê civîna parlementoyê Hewlêr e. Nabe ku li Silêmaniyê an jî cihekî dî bicive. Sê erkên sereke yên parlementoyê hene ku ew jî ev in; danîna yasayê, bexşandina meşrûiyetê û kontrolkirina hikûmetê. Lêbelê aniha di vê rewşê de ev hersê erkên wê jî serûbin bûne û nayên cîbicîkirin. Ji ber hindê parlemento nikare li Silêmaniyê bicive."