Li gor agahiya ku hat bidestxistin, piştî ku artêşa Iraqê vekişiya, milîtanên Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) kontrola Mûsil, Diyala, Selahaddîn, Telafer û hin gundên Kerkûkê bi dest xist û bû cînarê nû yê kurdan. Vê gavê sînorê herêma Kurdistanê û yê hikûmeta navendî ya Iraqê 15 kîlomêtre maye. Di navbera Herêma Kurdistanê û DÎŞIyê de jî 1050 kîlomêtre sînor çêbû.
Hikûmeta HKIyê ji bo ku xwe ji êrîşên DÎŞIyê biparêze, li ser seranserê sînor dest bi kolandina xendekan kir. Makîneyên kar di bin çavdêriya pêşmergeyan de dest pê kolanê kirin û li ser sînorê Hewlêr-Mûsil û Kerkûk-Duhokê 2-3 mêtre xendek dikolin. Ev xendek di heman demê de wê bibe mewziyên pêşmergeyan jî.
- "Armanc ewlehî û asayîş e"
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ya HKIyê Cabbar Yaver daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em ji bo ku pêşî li êrîşên terorîst bigrin, ji bo ewlehî û asayîşê li ser hemû sînorên xwe xendekan dikolin. Dirêjahiya vî sînorî 1050 kîlomêtre ye."
"Herêmên xendekan
Yaver got ku xeta parastinê ya pêşmergeyan di heman demê de ji navçeya Rabîaya Musilê ku deriyê sînorê Iraq û Sûriyeyê ye dest pê kir û li Zumar, Şeyxan, Bertille, Başika û Hamdaniyê dewam dike. Yaver got ku kontrola navçeyên Mexmûr - Guver û Dubîz û Tezexûrmatûya bajarokên Kerkûkê û Tûzxûrmatûya navçeya Selahaddînê jî di kontrola pêşmergeyan de ne û ragihand ku pêşmerge ji Kifrî, Karatepe, Celevlayê bigre heta hidûdê Îranê li ser hev 1050 kîlomêtreyan diparêze.
- "An çûyîna Malîkî an jî serxebûna Kurdistanê"
Yaver li ser geşedanên Iraqê jî sekinî û wiha axivî: "Serdema Sêyemîn ya Malîkî ji bo kurdan xeta sor e û xesasiyetên kurdan e. Serokê Herêma Kurdistanê û siyasetmedaran jî ev xesasiyet daxuyand. Heke ji bilî wî yekî din bibe namzed, em ji hemû fikran re amade ne. Di vî warî de biryareke kurdan tuneye. Me ji Amerîkayê re got ku heke Malîkî neçe, em ê tevê pêvajoya siyasî nebin. An çûyîna Malîkî an jî serxebûna Kurdistanê. Em di vê mijarê de paş ve gav navêjin. Ev ne pêkan e."