Zafer Fatih Beyaz
29 Hezîran 2022•Rojanekirin: 30 Hezîran 2022
Hevdîtina ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ra kir, kuta bû.
Serokomar Erdogan ji bo beşdarî Civîna NATOyê bibe, li Madrîdê ye û li vî bajarî hevdîtinên dualî didomîne.
Erdogan û Johnson di çarçoveya Civîna NATOyê da li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê bêyî çapemeniyê hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Parlamenterê Rîzeyê yê AK Partiyê û Serokê Gruba Tirk a Asambleya Parlamenterê NATOyê Osman Aşkin Bak jî beşdarî hevdîtinê bûn.