Muhammet Kurşun
31 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
CENEVRE
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ji bo Sûriyê Staffan de Mistura, ragihand ku hevdîtinên Cenevreyê yên ji bo Sûriyê di tûra 5emîn de "ji bo amadehiyê guncan" qediyan û alî ji bo tûra bê bidaxwaz in.
Li bajarê Cenevreyê hevdîtinên ku di 22ê Adarê de dest pê kirin di 5emîn û roja dawîn de Mistura, bi heyeta muxalefetê ya bi serokatiya Nasir el Herirî û heyeta rejima Beşşar Esed re cuda cuda hevdîtin kir.
Mistura piştî dîdaran li ofîsa NY a Cenevreyê civîna çapemeniyê li dar xist û hevdîtin nirxandin.
Mistura ragihand ku hevdîtin bi dawî hatine û wek "serdema haziriyê" derbas bûne.
Li ser hevdîtinan Mistura wiha got:
"Digel gelek zehmetiyên ciddî yên li saheyê kesek lê nexist û neçû. Berî tûrekê min gotibû 'trên li stasyonê hazir e', niha jî em dikarin bêjin ku trên ji stasyonê ket rê. Hêdî lê dimeşe. "
Mistura diyar kir ku alî ji bo tûra 6emîn hazir û bidaxwaz in, dê di navberê de jî rêveberiya demkî, destûr, hilbijartin û mucadeleya li dijî terorîzmê jî di nav de li ser 4 sernacan bi awayekî berfireh bixebitin.