Haydar Şahin
06 Adar 2026•Rojanekirin: 07 Adar 2026
Şanaz Îbrahîm Ehmed a hevjîna Serokomarê Iraqê Evdiletîf Reşîd, destnîşan kir ku ji bo Kurdan pir zehmet e, heta ne mumkin e, ku qebûl bikin ji aliyê hêzên super va weke "piyon" bên dîtin û got, "Bela xwe ji Kurdan vekin. Em kirêgirtî nînin."
Xanima yekem a Iraqê Şanazê piştî îdiayên ku dibêjin DYA planeke çekdarkirina komên opozîsyona Kurdên Îranê û şandina wan ji bo şerkirina li dijî Tehranê heye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da Şanazê bi bîr xist ku sala 1991ê bang li Kurdan hat kirin ku li dijî rejima Sedam Hisên serî hildin, lêbelê piştî ku pêşaniyên wan guherîn Kurd bi tenê hiştin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha axivî:
"Dema ku rejimê helîkopter û tank şandin da ku serhildanê tepeser bikin, kes nehat parastina me. Ev bîranîn hê jî zindî ne û di hişê me da hatine kolandin. Îro, em ji bîr nakin ka wê serdemê çi fêrî me kir."
Şanazê destnîşan kir ku ezmûneke wisa vê dawiyê li Sûriyeyê jî hatiye dîtin û got, "Îro, Kurd li Iraqê di dawiyê da ji asteke aramiyê û jiyaneke birûmet kêfxweş dibin. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdan pir dijwar e, heta ne mumkin e ku qebûl bikin ku ji aliyê hêzên super ên cîhanê va wekî piyon werin dîtin."
Xanima yekem a Iraqê Şanazê diyar kir ku ezmûnên berê bi xwe diaxivin û wiha got:
"Sozên vala li her derê hene. Kurd pir caran tenê dema ku pêwistî bi hêza wan, bi fedakariya wan heye, têne bîranîn. Ji ber vê yekê, ez bang li hemî aliyên beşdar ên vê pevçûnê dikim; Bela xwe ji Kurdan vekin. Em kirêgirtî nînin."