KERKUK
Heyeta CHPyê ya ku Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Velî Agbaba jî di nav de, li Kerkukê konên ku penaberên tirkmen lê dijîn ziyaret kir.
Parlementerên CHPyê Mehmet Halîl Kaplan, Ramîz Topal, Sena Kalelî, Ahmet Toptaş, Alî Ozgunduz, Mevlut Dudu û Seroka Giştî ya Şaxa Jinan a CHPyê Hîlal Dokuzcan bi hev re çûn Kampa Konan a Leylanê. Heyetê li wir rewşa penaberan dît û daxwazên wan not girt.
Velî Agbaba ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku rewşa penaberan nebaş e û bi taybetî jî şev dema hewa sar dibe ew zehmetiyan dikşînin.
Agbaba wiha axivî: "Rewşa tirkmenan zêde nehat axaftin, wek ku bêxwedî man. Divê ew rewşa ku tê de ne li hemû dinyayê bê belavkirin ku rewşa wan bê zanîn."
Agbaba got ku divê Tirkiye zêdetir alîkariyê bide penaberan û dema ew zivirîn Tirkiyeyê ew ê zêdetir xebatan bikin ku dengê tirkmenan bê bihîstin û rewşa wan baştir bibe.
Agbaba behsa DÎŞIyê jî kir û got ku heke koka vê rêxistinê neyê qelandin li herêmê her tim ev rewşa nebaş wê hebe û divê ev rêxistin ji holê bê rakirin.
Agbaba wiha axivî: "Li ku mexdûrbûn hebe CHP li wir e. Em çûn li cem êzdiyên ku ji ber DÎŞIyê revîn, em çûn li cem kurdên ji Kobanêyê revîn. Em îro jî li vir in û ziyaretên me wê dewam bikin. Piştgiriya me wê heta dawiyê dewam bike."
Hat ragihandin ku 3 tir alîkariyên ku şaredariyên CHPyê yên Stenbolê ji bo penaberên li Kerkukê şandibûn jî teslîmê rêvebirên tirkmen hatin kirin.