Tolga Akbaba
25 Nîsan 2026•Rojanekirin: 25 Nîsan 2026
Li gorî daxuyaniya Baregeha Navendî ya Xatemê Enbiya ya ku di Televizyona Dewletê ya Îranê da hat weşandin, Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo Tengava Hurmuzê hişyarî da DYAyê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Heke artêşa Amerîkan a êrîşber eblûqe û deryagiriya xwe ya li herêmê bidomîne, bêguman ewê bi berteka hêza çekdar a Îranê ra rûbirû bimîne" û tekezî hat kirin ku Hêzên Çekdar ên Îranê di warê serweriya welat û yekparçeyiya axê da, li gorî serdemên berê hêzdartir e û bêtir amade ye.
Ji aliyekî din va tekezî bo wê yekê jî hat kirin ku Hêzên Çekdar ên Îranê hemî "tevgerên dijmin" ên li herêmê ji nêz va dişopîne û di warê bersivdayina êrîşên muhtemel ên li dijî Îranê û yên ji bo kontrolkirina Tengava Hurmêzê, bi awayekî cidî biryardar û amade ye.