Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2019

Hêzên ewlehiya Iraqê midaxeleyî komeke çalakvanên ku dixwestin bikevin "Herêmê Kesk" kir û ew ji herêmê dûr xistin.
Çalakvan li Qada Tehrîrê kom bûn û ji wan komek ji ser Pira Komarê ra derbas bû û xwestin ber bi 'Herêma Kesk' va biçin.
Çalakvanan li pêşberî herêmê demekê dijî hikûmetê slogan gotin û xwestin bikevin avahiyên dewletê.
Hêzên ewlehiya Iraqê li ser vê midaxeleyî çalakvanan kir û kom bi bombeyên dengê belav kirin.
Çalakvan piştî demeke din sloganên aştiyê gotin û piştra belav bûn.
Saziyên dewletê û avahiyên hikûmetê, parlamento û nûnertiyên dîplomatîk li Herêma Kesk in.