Haydar Şahin
29 Sibat 2020•Rojanekirin: 01 Adar 2020
Di Operasyona Volkana Xezebê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî nas dike dimeşîne da 11 kozikên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê hatin bombekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Volkana Xezebê da hat diyarkirin ku piştî êrîşên duh bi roketan birin ser başûrê Trablusa paytext û Balafirgeha Mîtîgayê bersiv dan hêzên Hefter.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: Hêzên çekdar ên HMNyê operasyon birin ser 11 kozikên milîsên peretî yên Hefter lê ne. Wekî bersiva êrîşên birin ser wargehên sivîlan û Balafirgeha Mîtîgayê operasyon hat kirin."
Milîsên Hefter duh 25ê wan avêtibûn Balafirgeha Mîtîgayê bi tevagî 60 roket avêtibûn Trablusa paytext.
Fethî Başaxayê Wezîrê Karên derva yê HMNyê di televizyoneke herêmî da gotibû, "Em ê li hemû kozikên Hefter ên li başûrê Trablusê bixin."