ŞANLIURFA
Ji Kobanêya Helebê 3 guleyên hewanê li qada bi mayîn a li ser sînorê Tirkiyeyê ketin.
Li Kobanêyê pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hêzên kurdan de li nav bajêr û herêmên li rojavayê bajêr berdewam dikin. DÎŞI hewl dide ku deriyê sînor ê li Kobanêyê bi dest bixe û êrîşên xwe yên li ser bajêr û herêmên li rojavayê bajêr berdewam dike. Li herêmê şerê di kuçeyan de dewam dike.
Wek mayîn balafirên şer ên hêzên koalîsyonê bombe avêtin girê Tel Şeîrê û hêzên kurdan alaya xwe li ser girê Tel Şeîrê daliqand.
Hat dîtin ku ji Kobanêyê 3 guleyên hewanê li qada bi mayîn a li ser sînorê Tirkiyeyê ketin. Balafirên şer li herêmê derdikevin keşfê û tevdîrên ewlehiyê yên li ser sînor dewam dikin.