İbrahim Atmaca
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
XEZE
Hat ragihandin ku Hêzên Behrevaniyê yên Îsraîlê 4 masîgirên filistînî yên ku li qeraxên Xezeyê masî digirtin, binçav kirin.
Serokê Sendîkaya Masîgirên Filistînî ya Xezeyê Nizar Ayaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Îsraîlê li xeta qeraxê Ekrem Ebû Ful, Mihemed Ebû Ciyab, Ehmed es-Seîdî, Mumin en-Numan yên ku masî digirtin, binçav kirin û dest dan ser tekneyên wan.
Di navbera Îsraîl û grûbên berxwedêr ên filistînî da di 26ê tebaxa 2014an da peymana agirbestê hatibû mohrkirin û li gor peymanê sînorê masîgirtinê 6 mîl hatibû kifşkirin.
Rêvebiriya Îsraîlê di 3yê Nîsana 2016an da destûr dabû ku masîgirên xezeyî heta 9 mîlan masiyan bigrin, lê di hezîrana heman salê da ev dîsa daxistibû 6 mîlan.
Li gor peymana Osloyê ku Rêxistina Rizgariya Filistînê û Îsraîlê di sala 1993yan da îmze kirin, filistînî dikarin heta 20 mîlan jî herin nava behrê. Lê Îsraîl nahêle ku masîgirên filistînî vî mafê xwe bi kar bînin.
Li gor daneyên Sendîkaya Masîgirên Xezeyê li herêmê debara nêzî 50 hezar kesî bi masîgiriya 4 hezar masîgirî tê kirin.