Esat Fırat
19 Îlon 2026•Rojanekirin: 19 Îlon 2026
Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgirê wan e ragihandin ku bi fuze û wesayîtên asîmanî yên bêmirov "cihên krîtîk" ên li Riyada paytextê Erebistana Siûdî û tesîsên Aramcoya şirketa nefê ya neteweyî ya ku li herêma Yenbuyê cî digire hedef girtin.
Yehya Seriyê Berdevkê Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya bi dîmen da parast ku ji êrîşa bi ÎHAyê ya ku di 15ê îlonê da li hawirdora Mekkeyê pêşî lê hat girtin berpirsyar nînin.
Serî got ku ji Hamis Muşayt ya Koalîsyona Ereban û baregehên asîmanî yên Taîfê heta niha dijî Yêmenê 732 êrîşên asîmanî hatin kirin û Serî ji ber van êrîşan ERebistana Siûdî sûcdar kir.
Serî da zanîn ku dijî van êrîşên asîmanî bi fuzeyên balistîk û ÎHAyan hin "hedefên hesas" ên li Riyadê û tesîsên Aramcoyê ypn li herêma Yenbuyê hedef girtin.
Serî îdia kir ku piştî êrîşan li cihên hedef hatin girtin şewat derket û parast ku li Erebistana Siûdî "cihên sivîl hedef negirtin."
Meqamên Erebistana Siûdî der barê êrîşên Hûsiyan da hê tu daxuyanî nedan.