Mohammed Sameai,Muhammed Emin Canik
17 Sibat 2024•Rojanekirin: 19 Sibat 2024
Hûsiyên li Yêmenê ku Îran piştgiriya wan dike, ragihandin ku li Behra Sor êrîşî keştiyeke neftê ya Îngilizan kirine.
Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku bi gelek moşekên behrê li Behra Sor êrîşî POLLUXa keştiya neftê ya Îngilizan kirine.
Yehya Serî diyar kir ku moşek li keştiyê ketine.
Terefê Îngilistanê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.