Muhammet Kurşun
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ingîltereyê ji bo axaftina li ser bûyerên li Arakanê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gazî civîna acil kir. Tê çavnêrîkirin ku civîn sibe çêbibe.
Nûnerê Daîmî yê Ingîltereyê li NYê Matthew Rycroft, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku gazî Konseya Ewlehiyê ya NYê kirine ku bûyerên li Arakanê biaxivin.
Rycroft, cih da van îfadeyan:
"Ingîltereyê ji bo axaftina li ser rewşa Myanmarê daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya NYê kir ku civînekê bike. Divê pirsgirêkên demeke dirêj e didomin werin nirxandin. Em bangewaziya îtidalê li hemû aliyan dikin."
Tê çavnêrîkirin ku civîn sibe çêbibe lê ji Serokatiyê Konseya Ewlehiyê der barê civînê de hê daxuyaniyeke resmî nehatiye dayîn.
Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres jî do daxuyanî da û got ji kuştina sivîlan li Myanmarê bifikar e.