Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Wezareta Gihandinê ya Iraqê got pîlan dikin ku welêt bi rêhesinê bigihînin Tirkiyeyê.
Ebdillah Laîbiyê Wezîrê Gihandinê yê Iraqê daxuyanî da televizyoneke Iraqê û pîlanên li ser qada xebatan a Şirketa Rêhesinê ya Iraqê axivî.
Laîbî diyar kir ku piştî kirîzê şirket kete pêvajoya başbûnê, di vê çarçoveyê da rêya di navbera Besr-Bexdayê da ji 10 saetî dakete 7 saetan, xeta di navbera rafîneriya Beyciyê û Samarayê da hat vekirin, pîlan dikin ku di demeke kin da xeta rêhesinê bikişînin Mûsil û Selahedînê.
Laîbî destnîşîan kir ku wekî wezaret pîlana wan ew e ku di pêşerojê da Tirkiye û Iraqê bi rêhesinê bigihînin hevdu lêbelê hûrgiliyên pîlan nedan.