12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Iraqê bi nameyê serî li Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) da û xwest ku leşkerên Tirkiyeyê demildest bê şert û merc ji Iraqê derkevin.
Nûnerê Daimî yê NYyê yê Iraqê Mihemed Elî el-Hakim name pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir. Di nameyê de hat parastin ku li Iraqê hebûna leşkerên Tirkiyeyê îxlala hiqûqa navneteweyî ye û ji Konseyê xwest ku leşkerên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin û bila ji Tirkiyeyê bixwaze ku cardin desthilatdariya Iraqê îxlal nekin.
Di nameyê de hat îdiakirin ku Iraq ji bo pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk û diyaloga di navbera her du welatan de bê çareserkirin xebitî lê belê "Tirkiye di mijara paşvekişandina leşkerên xwe de nehat qanîkirin".
Di nameyê de hat gotin ku "Mafê Iraqê heye ji bo ku çalakiya agrefîs a Tirkiyeyê bide sekinandin û ji bo parastina xwe her cure bergiriyê bigire." û hat parastin ku mijar xetereya xirakirina têkiliyên cîrantiyê ye û ji bo ewlehî û aştiya navneteweyî tehdîd e.
Di nameyê de hat parastin ku ji bo têkoşîna bi DAEŞê re li ser bingeha perwerdeya leşkerî û arîkariya melzemeyan bê kirin û di nav rêzgirtina destûra bingehîn de be.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî telîmat dabû Wezareta Karên Derve ku ji ber hebûna leşkerên wê Tirkiyeyê li KENYê gilî bike.
- "Em wisa difikirin ku divê diyalog berdewam bike"
Seroka heyamê ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê û Nûnera Daimî ya DYAyê Samantha Powerê daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku nameya Iraqê hildan û wekî ku hat xwestin dê belavî endamên Konseyê bikin.
Powerê da zanîn ku ji endamên Konseyê hêj der barê mijarê de tu daxwazên civînê nehatine û di vê mjiarê de çalakiyeke plankirî tune û got ku daxwazeke spesîfîk a Balyozê Iraqê jî tune.
Powerê diyar kir eşkere ye ku nikarin pirsgirêkê çareser bikin û wiha axivî: "Me wek DYA destnîşan kir ku li Iraqê her cure peywirdarkirinên leşkerî divê bi rizaya hikûmeta Iraqê bên kirin. Em wisa difikirin ji bo ku ji vê rewşa dijwar bi dostane derkevin divê diyaloga Iraq û Tirkiyeyê berdewam bike."
Yekîneya Tirkiyeyê ya ku ev 2 sal û nîv e ji bo perwerdeya pêşmergeyan nêzî Mûsilê ye di 4ê kanûna pêşîn de guherîna nobetê kiribû, bi 150 leşkerî re 25 tank jî întiqalî herêmê kiribûn.