Türkan Tosun
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî xwest ku bi Rûsyayê ra têkilî bila bên xurtkirin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Ebdilmehdî û Mîhaîl Bogdanovê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê û Nûnerê Rojhilata Navîn ê Vîladîmîr Putîn hatin bal hevdu.
Ebdilmehdî di hevdîtinê da got têkiliyên bi Rûsyayê ra divê bên pêşvabirin, projeyên vejen, neft û xaza sirûştî zêdetir bibin û hevkarî dewam bike.
Bogdanov jî got Rûsya jî dixwazî bi Iraqê ra di qadên polîtîk, aborî, eskerî, neft û xaza sirûştî da têkiliyên pêşva bibe.