Abdullah Tel
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Rêxistina terorê ya li dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bir ser Efrînê telîmata kampanyaya reşkirinê dabû vê carê jî wêneyeke di sala 2014an da hatiye kişandin weke li Efrînê hatibe kişandin ji ser saziyên nêzî xwe da weşandin.
PKKya rêxistina terorê vê carê jî di kampanyaya ku ji ser medyaya civakî bo reşkirina Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bû destpêkirin da xwe derewkar derxist.
Derket holê ku PKKê 3 wêneyên îdia dikir ku wextê operasyona TSKê ya li Efrînê dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê birêve dibir hatine kişandin cara ewil ji hêla medyaya PKKê va di sala 2014an da hatiye bikaranîn.
Ji ser Twîtterê wêneya zarokê birîndar ê li ser darbestê bi îdiaya "TSK li sivîlan dixe" hat parvekirin û derket holê ku ev wêne di 29ê tebaxa 2017an da li bajarê Mareyê di wextê êrîşa Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ya Amerîka piştgirê wan e da hatiye kişandin.
Dîsa ji ser medyaya civakî ew wêneya ku bi îdiaya "li Efrînê balafira TSKê hat daxistin" jî aîdê wê helîkoptêra di 16ê adara sala 2012an da li Efganistanê ketibû ye.
Ji ser Tîwîtterê ew wêneya ku bi îdiaya "kesê 5 tankên TSKê îmha kir" hat parvekirin jî di 13ê tîrmeha sala 2014an da di malpereke nêzî rêxistinê da bi sernava "YPG bi moşekên antîtankê va bersivê dide ÎŞIDê" hat weşandin.
Bi vî awayî hesabên alîgirên PKKya rêxistina terorê ya ku ji ser medyaya civakî bo reşkirina Operasyona Çiqlê Zeytûnê kapmanya dabûn destpêkirin dîsa xwe bi xwe derewkar derxistin.
Piştî ku AAyê ev derew teşxîs kir ew hesabên ser medyaya civakî kampanyaya reşkirinê birêva dibin, qismek ji wan parvekirina xwe ya derew jê birin û qismek ji wan jî ji ber bertekên şopînerên xwe hesabên xwe girtin.