Türkan Tosun
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçirvan Barzanî got meclisa Iraqê bêyî ku guh bide îtirazên Kurdan budçeya 2018yan pesend kir û ev ji ber vê bi fikar in, lê dîsa jî ewê qada siyasetê ya li Bexdayê terk nekin.
Barzanî li Hewlêrê piştî civîna Lijneya Wezîran a HKIyê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de axivî.
Barzanî got partiyên siyasî yên Kurd duh di meclisa Iraqê de rûniştina budçeyê boykot kirin, lê dîsa jî bi yekdengiyê va pêşnûmaya qanûna budçeya 2018an hat qebûlkirin ku ew ji ber vê bi fikar in.
Ji bo qebûlkirina vê biryarê Barzanî got rêbaza hevkarî û îtifaqê ya ku di sala 2003yan de hatiye avakirin bi vê biryarê ve hat binpêkirin.
Barzanî anî ziman ku mafên HKIyê tune hatiye hesibandin û budçeya ji bo wê hatiye veqetandin jî hindik e, ew nikarin bi vê budçeyê va mehaneya karmendan bidin.
Barzanî got bi îhmalkirina Kurdan ve li Iraqê îstiqrar nikare çêbibe û wiha axivî: "Heke ew dixwazin li vî welatî aştî û îstiqrar çêbibe divê li hember yên din li gor qanûna bingehîn tevbigerin."
- "Emê qada siyasetê ya li Bexdayê venekişin"
Li ser pirsa rojnamevanekî ya "piştî meseleya budçeyê hûnê ji Bexdayê vekişin an na?" Barzanî got ji bo parastina mafên HKIyê ewê li Bexdayê bin û wê venekişin.
Pirsa "Hûn der barê Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm yê ku bi eslê xwe Kurd e çi difikirin?" ji Barzanî hat pirsîn. Barzanî ji bo vê pirsê got li hember van geşedanan gelê HKIyê û hikûmeta HKIyê bendê ye ku Mesûm tevgerekê nîşan bide.
Li Iraqê budçeya 2018yan li hember boykota parlamenterên Kurd di meclisê de bi yekdengî hatibû qebûlkirin.
Para Hewlêrê li gor salên berê daxistibûn ji sedî 12,6an.
Parlamenterê Kurd Adil Nurî piştî pesendkirina budçeyê wiha daxuyandibû: "Wek Kurd em ji siyaseta Bexdayê vekişînê diaxivin. Meqama Serokomariyê û wezaret jî di nav de ye."
Salên berê budçe li gor îtifaqa siyasî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dihat diyarkirin. Bi saya vê îtifaqê Hewlêrê ji budçeyê ji sedî 17 parek distend.