İbrahim Atmaca
18 Mijdar 2019•Rojanekirin: 19 Mijdar 2019
- Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Ebbas Mûsewî:"Gelê Îranê ji aliyekê va di binê terorîzma aboriyê ya Amerîkayê da ye, ji aliyê din va jî Amerîka ji bo gelê Îranê daxuyaniya piştevaniyê dide. Ev pir ecêb e. Vî kesî (Pompeo) brî niha jî ji bo teslîmbûna gelê Îranê gotibû ku divê birçî werin hiştin"
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Ebbas Mûsewî diyar kir, piştgiriya ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo da xwepêşandinên dijî zema benzînê ya li Îranê, ji semimiyetê dûr e.
Berdevk Mûsewî daxuyanî da medyaya dewletê ya Îranê û diyar kir ku xwepêşandinên ku Pompeo piştgirî dayê, helwesta hemû gelê Îranê nade nîşan.
Mûsewî ji bo daxuyaniya Pompeo got ku "semîmî nîne û durû ye" û destnîşan kir ku mexseda van gotina parvekirina derdê gelê Îranê nîne û îdia kir ku niyeta Amerîkayê ya ji Îranê xerab e.
Mûsewî wiha got, "Gelê Îranê ji aliyekê va di binê terorîzma aboriyê ya Amerîkayê da ye, ji aliyê din va jî Amerîka ji bo gelê Îranê daxuyaniya piştevaniyê dide. Ev pir ecêb e. Vî kesî (Pompeo) brî niha jî ji bo teslîmbûna gelê Îranê gotibû ku divê birçî werin hiştin."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo piştgirî dabû xwepêşandinên ku ji roja înê vir va dewam dikin û gotibû ku Amerîka ligel gelê Îranê ye.