27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
ORANGE COUNTY
Francis J. Rîccîardonê Balyozê DYAyê yê Enqerê yê berê bal kişand ser 'di Rojhilata Navîn de rola Tirkiyê' û wiha xeberda: "Heke ku em girîngiyê bidin qeyranên li Rojhilata Navîn çêdibin, divê bê zanîn ku ji bilî hevkariya bi Tirkiyê re tu alternatîfa me tunene."
Rîccîardone beşdarî civîna salane ya World Affaîrs Coûncîla ku yek ji saziyên girîng ên fikr û ramanê yên DYAyê ye, bû. Rîccîardone, di konferansa "Stratejiya DYAyê ya Rojhilata Navîn û Tirkiye" bû û di çarçoveya konferansê de axivî.
Rîccîardone di destpêka axaftina xwe de, DYAyê ji ber helwesta wê ya di mijara DAEŞ û Sûriyeyê de, rexne kir. Rîccîardone got ku Serokê DYAyê Barack Obama, li ser pirsekê gotibû, polîtîkayeke me ya ser Sûriyeyê tune ye, ez bi vê bersivê metel mabûm. Rîccîardone di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Obama ku piştî DAEŞê James Foleyê rojnamegerê amerîkî kuşt da û got ku ew daxuyanî jî daxuyaniyeke bêkêr bû.
Rîccîardone got ku Amerîka, PKKyê wekî rêxistineke terorê dibîne û vê fikra xwe bi eşkereyî diyar dike û di têkoşîna Tirkiyê ya dijî PKKyê de piştevaniya Tirkiyê dike.
Rîccîardone axaftina xwe wiha domand:
"Divê berî her tiştî ev bê qebûlkirin ku di navbera PYD yanê kurdên Sûriyê û PKKyê de peywendiyeke organîk heye. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Orgeneral Hûlûsî Akar di vê mijarê de mafdar in. Lêbelê PYDyê got ku ew dijî dewleta Tirk nîne, dijî dewleta Tirk çek bikarnayne û naxwaze dijî Tirkiyê şer bike. Heke ku îro PKKyê jî daxuyaniyeke wiha belav bikira dê DYA, PKKyê jî wekî rêxistineke terorîs nenirxanda.
Herwiha, Tirkiye naxwaze YPG li Sûriyê dewleteke Kurdan ava bike, em jî naxwazin. Ji ber vê yekê aliyê me û Tirkiyê yek e."