06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ASTANA
Gotûbêjên teknîkî yên der heqê mekanîzmaya sêalî ya ku armanca wê şopandin û xurtkirina agirbesta di navbera rejima Beşşar Esed û muxalifan a li Sûriyeyê da ye, li Astanaya paytextê Qazaqistanê destpê kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva ya Qazaqistanê hat wergirtin, di hevdîtinên li Kevingeha Leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Qazaqistanê da mekanîzmaya sêalî dê were gotûbêjkirin.
Herwiha ji Neteweyên Yekbûyî jî berpirsiyar beşdarî hevdîtinan dibin.
Di civîna ku bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê va di 23-34ê rêbendanê da li Astanayê hatibû kirin da tevdîrên xurtkirina agirbestê hatibûn gotûbêjkirin.