Türkan Tosun
21 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Navenda Pêşketin û Azadiyên Medyayê ya Filistînê (MADA) ji bo ku kameramanê Ajansa Anadoluyê (AA) Mistefa Xarûf ji axa Filistînê ya di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye neyê dûrxistin li ser înternetê kampanya da destpêkirin.
Di kampanyaya ku bi Erebî û Îngilizî hat amadekirin da "Rê li ber dûrxistina Kameraman Mistefa Xarûf bigrin", "Xarûf kameraman e, ne sûcdar e" hat gotin.
Midûrê Giştî yê Navenda Pêşketin û Azadiyên Medyayê ya Filistînê MADAyê Mûsa er-Rimawî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku Xarûf neyê dûrxistin li ser malperên medyaya civakî kampanya wê bê belavkirin, ji bo ku zextê bidin ser Îsraîlê wê bi aliyên herêmî û navneteweyî ra têkiliyê daynin.
Rimawî got MADAyê bangî welatên Ewropêyê kir ku zextê bidin ser Îsraîlê da ku Xarûf ji welatê xwe neyê dûrxistin.
Rimawî anî ziman Xarûf ji ber ku li ser îxlalên Îsraîlê nûçeyan çêdike ev tişt hatiye serê wî û got Îsraîl ji bo ku sûcên xwe veşêre li Filîstinê çapemeniyê hedef digre, bombekirina ofîsa AAyê jî yek ji wan mînakan e.
Polêsên Îsraîlê di 22ê Çileya Paşîn da Xarûf binçav kirin. Xarûf li bajarê Ramlayê di Girtîgeha Gîvonê da tê girtin. Dozgeriya Îsraîlê dixwaze Xarûfê ku 20 sal e li Qudsê dijî bê dersînorkirin.