20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê 45emîn ê DYAyê îro li hewşa Kongreya DYAyê piştî merasima sondxwarinê wê wezîfeyê ji Barack Obamayê 8 sal in seroktiyê dike, hilde.
Ji bo Trumpê serokê nû li paytext Washingtonê amadehiyên merasima sondxwarinê dewam dikin. Tê texmînkirin ji bo merasima sondxwarinê 200 milyon dolar bê xerckirin û qederê 900 hezar kes beşdarî merasimê bibin.
Wek mayîn li derdora Kongreya DYAyê tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Obamayê demokrat 8 sale li Qesra Spî ye û niha çavê çar aliyê dinyayê him ji bo polîtîkayên navxweyî û him jî ji bo yên derveyê welêt li Trumpê komarparêzê piştî wî dest bi wezifeyê bike ye.
Ekîba AAyê ya li cihê merasimê ye, rûdanan ji nêz va dişopîne û kesên ji qismê cihê yên civakê ne jî hêstên xwe bi ekîba AAyê ra parve dikin.
James Gaucho (26)yê teknîsyenê ceyranê yê li Virginiayê dijî diyar kir ew ji heyama rêveberiya Trump ditirse lewra ew bi eslê xwe hîspanêke û wiha pê da çû: "Kesên hîspanîk li vê derê wek sûcdar tên hesibandin. Ez li vê derê penaber im û heta niha tevlî tu sûcekî nebûme. Lê qismekê civakê ji me pir acize û ev jî tehdîteke li ber çav e."
Andrea Lucas (31) bi eslê xwe hîspanîke û 16 sale li Marylandê dimîne jî destnîşan kir li seranserê welêt nêzî 11 milyon hîspanîk hene û tirsa wan ewe ku di vê heyamê da ew ji welêt bên derxistin û ew ji vê yekê acize.