Haydar Şahin
16 Tebax 2019•Rojanekirin: 17 Tebax 2019
Mitebeqata bi Amerîkayê ra hat çêkirin ya ji bo li bakurê Sûriyeyê herêma ewledar were avakirin ji bo welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn bû şahî û hêviya vegerê.
Welatiyên Sûriyeyê yên ji ber zext û tundiya PYD/PKKya rêxistina terorê ya ku Til Ebyada navçeya Reqaya bajarê Sûriyeyê hildaye kontrola xwe revîn û xwe sipartin Eqçeqeleya navçeya Şaliurfayê avakirina "herêma ewledar" wekî hêviya vegerê nirxandin.
Welatiyên Sûriyeyê ji bo avakirina herêma ewledar ji Tirkiyeyê ra sipas kirin.
- "Bi sedan hezar kesê vegere"
Mihemed Wecihê Serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herêma ewledar were avakirin û rêxistina terorê jê were derxistin gelek welatiyên Sûriyeyê ew ê vegerin welatê xwe. Wecih destnîşan kir ku rêxistina terorê zilmeke mezin kir û wiha pê da çû:
"Gel li bendê ye ku herêm ji terorê were paqijkirin lewra rêxistina terorê dest daye ser mal û milkê gel, agir berê zeviyên wan daye, zarokên wan bi zorê daye şerkirin. Dema herêma ewledar bibe bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê ew ê vegerin malên xwe. Çawa ku piştî herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê em vegeriyan axa xwe em ê dîsa herin welatê xwe. Peyman çi dibe bira bibe, bira Tirbeya Silêman Şah bibin dewsa berê. Wekî Tirkmen em ê tirbeya kalikê xwe mihefeze bikin."
Deham Kuweyîsê li Eqçeqeleyê jiyana xwe didomîne jî diyar kir ku 7 sal e li bendê ye ku vegere mala xwe. Kuweyîs got ku gelekî ji welatê xwe hez dike û mitebeqata Tirkiyeyê û Amerîkayê çêkirin ji bo welatiyên Sûriyeyê bû kêfxweşî.
Kuweyîs wiha axivî: "Min biriya gel, hewa û eqrebayên li welêt kiriye. Ji ber ku ji PYD/PKKya rêxistina terorê ditirsin em nikarin vegerin axa xwe. Dema herin jî îhtimaleke mezin em nikarin vegerin. Xebera avakirina herêma ewledar wekî ku şer xilas bûye em kêfxweş kirin. Înşallah hesreta me ya 7 salan ew ê xilas bibe."
Raad Sunhî jî got avakirina herêma ewledar ji bo wan bû wekî eydê, ji ber geşedanan gelekî kêfxweş bûn.
Ehmed Merxî jî got ne bi tenê ew hemû kesên li benda vegerê ne şa bûn. Merxî got êdî dem hat ku vegerin axa xwe.