Hakan Çopur
07 Îlon 2024•Rojanekirin: 08 Îlon 2024
Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku der barê i destê eskerên Îsraîlê kuştina aktîvîst Ayşenur Ezgî Aygiya welatiya Tirkiye-Amerîkayê da bi ekîba xwe ra hevdîtin kir lêbelê niha di destê wî da têra xwe agahî tune.
Serokê Amerîkayê Bîden di ziyareta xwe ya Mîchîganê da bersiva pirsên der barê Eygiya ku ji hêla eskerên Îsraîlê va hat kuştin, da.
Bîden diyar kir ku der barê kuştina Eygiyê da bi ekîba xwe ra hevdîtinek kir û piştî ku agahiyên berfireh gihaştin ber destê wî dê bikare nirxandinekî bike.
Serokê Amerîkayê got ku "Di vê mijarê dê bêtir hûrgilî bên ber destê min; lêbelê ez hê xwedî van agahiyan nînim. Hewcehiya min bêtir agahiyan heye, lewra ez jê (Qesra Spî) dereng derketim, ez bi ekîba xwe ra bi têlefonê diaxivim, paşê dê agahiyên berfirehtir bên ber destê min."