Haydar Şahin
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 06 Nîsan 2019
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) got li bendê ne ku hejmara zarokên ji ber kirîza li Venezuelayê dibin hewcedarê alîkariya mirovahiyê bigihêje 1,1 milyon kesî.
Di daxuyaniya UNICEFê da bal kişandin ser tesîra kirîza li Venezuelayê ya li ser zarokan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gor texmînan, hejmara zarokên di bin tesîra kirîza li Venezuelayê da dimînin ew ê 2 qat zêde bibe, bi kesên ku çûn welatên cînar ra hejmarê derkeve 1,1 milyonî.
Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 4,9 milyon welatiyên Venezuelayê yên li Brezilya, Kolombiiya, Ekvador û Guyanaya welatên herêmê jî ew ê hewcedar bibînin. UNUCEFÊ bangî welatên li herêmê kir ku bira alîkariyê bidin penaber, koçber û zarokan.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) li Venezuelayê 7 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovahiyê ne û ev hejmara jî ji 4 paran pareke serjimara welêt digre.
Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê ji bo kirîza li welatê xwe Amerîkayê wekî berpirsyar digre.
Wekî mayîn li bendê ne ku Konseya Ewlekariyê ya NYyê jî ew ê li ser daxwaza Amerîkayê hefteya pêşiya me kom bibe û li ser kirîza însanî biaxive.