Önder Beyter
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
WASHINGTON
Komeleya Pîşesaz û Karsazên Misteqil (MUSÎAD) a li Amerîkayê ji senatorên Amerîkayî ra name şand û herwiha fikara xwe ya ji ber rageşiya di navbera herdu welatan da anî ziman û bal kişand ser girîngiya peywendiyên dualî yên di warê bazirganiyê da.
Di daxuyaniya nivîskî ya MUSÎAD Amerîkayê da hat ragihandin ku endamên Komîsyonên Peywendiyên Derva û Bazirganiyê di serî da, ji senatorên 9 eyaletên ku welatiyên bi eslê xwe Tirk lê gelek in, name hat şandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Amerîka û Tirkiye ku hevkarê hev yê NATOyê ne, divê di çarçoveya rêgeza dewleta hiqûqê da rêzê nîşanî gavên hev bidin ku mitefiqtî jî vê yekê dixwaze. Di van rojên ku peywendiyên di navbera herdu welatan da yên di warê siyasî û aboriyê da pir girîng in, em tînin bîra herdu aliyan jî ku peywendiyên bazirganiyê yên herdu welatan pir girîng in û herwiha divê rageşiya di warê peywendiyên siyasî da xwe di peywendiyên bazirganiyê da nedin der û van peywendiyan têk nebin."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li gorî daneyên sala 2017an, hecma bazirganiya Amerîka û Tirkiyeyê, 18,7 milyar dolar e û tê pêşbînîkirin ku ev reqam di sala 2018an da derkeve ser 20 milyar dolarî.
Hat diyarkirin, nameya navborî, Bob Corker, Marco Rubio, Tim Kaine û Rand Paul ku navên girîng ên Senatoya Amerîkayê jî di navê da ji 30yî zêdetir senatorî ra hat şandin.