BRUKSEL
Konseya NATOyê li ser daxwaz Tirkiyeyê bi derasayî li hev civîya û êrîşên terorê şermezar kir. NATOyê peyama hevkariyê da û piştgirî da Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya NATOyê de wiha hat gotin: "Em êrîşên terorê yên li hember Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê didin malbatên kesên ku li Sirûcê hatin kuştin û malbatên polês û leşkerên ku di êrîşên din de hatin kuştin. Em sersaxiyê didin hikûmeta tirk."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku teror ji hemû endamên NATOyê re û îstikrara navneteweyî re tehdîdek e û divê li hember terorê tekoşîneke hevpar bê dayîn. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi kîjan şiklî dibe bila bibe terorîzm nebaş e û nikare meşru bê dîtîn. Ewlehiya îtifaqê nikare bê perçekirin û em bi awayekî xurt hevkariyê didin Tirkiyeyê. Em ê pêşveçûnên rojhilatê başûr yên li sînor ji nêz ve bişopînin."
Li gor madeya 4emîn a peymana avakirina NATOyê mutefîkên ku bibêjin yekîtiya axa me, xweserîbûna me ya siyasî an jî ewlekariya me tê tehdîdkirin dikarin bangî endamên NATOyê bikin ku NATO ji bo îstîşareyê bicive.