İbrahim Atmaca
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku zêdebûna pevçûnên li Xûtaya Rojhilatê û bandora wan a xerabker a li ser sivîlan "hewarî" ye.
Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hat dayîn, êrîşên esmanî hatin kirin û 400 hezar sivîl rastî bombardûmanê hatin, Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji rewşa sivîlên ku hatin bombardûmankirin pir bi fikar e.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji ber ku rejimê dorpêç kiriye li Xûtaya Rojhilatê sivîl di şert û mercên pir dijwar da dijîn û têr nan û avê naxwin, ji roja duşemê heta niha 13 jê zarok ji 100î zêdetir kes di êrîşên esmanî û bombordûmanê da mirin.
Li Xûtaya Rojhilatê pêdiviya 700 kesan bi texliyeya tibî heye
Li herêmê 5 nexweşxane û navendên tenduristiyê hatin bombardûmankirin, pêdiviya 700 kesan bi texliyeya tibbî heye.
Li gor daxuyaniyê tê gotin ku ji Xûtaya Rojhilatê topan davêjin Şamê û hat bibîrxistin ku li gor peymana Astanayê Xûtaya Rojhilatê di nav herêmên bêpevçûn da ye.
Di daxuyaniyê da ji hemû aliyan ra bang hat kirin ku ji bo alîkariya însanî û texliyeyan bira şer raweste.
- Hişyariya xela û nexweşiyan
Ji berdevkên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq jî di daxuyaniya xwe ya roja duşemê da gotibû ku rîska xelayê 69 sivîlan pir zêde ye, jiyana 127 zarokan jî di bin xetereyê da ne. Haq diyar kiribû ku nexweşiyên ku meriv ji hev hildidin ên wek werem, tîfo, gurîbûnê derketine, ji ber ku aşî jî xelas bûne jiyana 600 zarokî di bin xetereyê da ye.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok nêzî 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.