Haydar Şahin
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî ji ber ku rejima Beşar Esed li Sûriyeyê êrişî alîkariya mirovî ya ku dişînin Xûtaya Rojhilatê kir got, "Em rasterast bûn şahidê dramekê."
Jens Laerkeyê Berdevkê Ofîsa Kordinasyona Karên Însanî ya NYê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejim agirbestê îxlal dike hêviya wan tune ku konvoya alîkariya mirovahiyê bişînin Xûtaya Rojhilatê. Do ji ber êrişên rejima Esed wesayitên alîkariya mirovî ya NYê li Dûmayê amûr danenîbûn û vegeriyabûn Laerke der barê mijarê da wiha got:
"Em do rasterast bûn şahidê dramekê. Konvoy dema gihîşte herêmê bombebaranê dîsa dest pê kir û em mecbûrî vekişyan. Jj bo ku alîkariya mirovî bigihînin 70 hezar sivîlî me destûr sitandibû. Di vê çarçoveyê da me do hewl da ku alîkariyê bigihînin 25 hezar sivîlî lêbelê tirên me paşda vegeriyan ji ber vê jî em tam nizanin ku çend kesan alîkarî hilda. Em careke din bang dikin ku li Xûtaya Rojhilat rîayetî agirbestê bikin."
Christophe Boulieracê Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî diyar kir ku li Xûtaya Rojhilat a ku 400 hezar kes di dorpêçê da ne êdî jiyana di binê erdê da bûye qaîde.
Boulierac destnîşan kir ku ji bo xwe ji bombebaranê mihefeze bikin kêmzêde 200 sivîl di bodrûmên avahiyên hilweşiyayî da dimînin, îsal hetanî nika li Sûriyeyê herî kêm 1000 zarok hatin kuştin.
Wekî mayîn Laerke di civîna çapemeniyê ya li Ofêsa Cenevreyê ya NYê da bi bîr xist ku do ji 46 tirên ku şandin Dûmayê 10 hebên wan ji mecbûriyetê barê xwe daneynîn û vegeriyan.
Laerke bal kişand ku 4 tiran jî qismeke barê xwe danîn, ji ber bombebarana li ser Dûmayê ji bo ku xebatkarên alîkariya mirovî nekevin xeterê konvov di saet 14,30î da ji herêmê veqetiya.
Laerke bi bîr xist ku herî dawîn di 14ê mijdara 2017an da konvoya alîkariya mirovî şandibûn Dûmayê, heke rejima Esed garantiya ewlehiyê bide dikarin roja pêncşemê konvoya alîkariya mirovî bişînin herêmê.