Ahmet Aydın
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sander destnîşan kir ku yek ji cihê muhtemel ê hevdîtina Serokê Amerîkayê Donal Trump digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Qesra Spî ye.
Sandersê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê hevdîtina Trump-Pûtîn de wiha got, "Herwkî ku Serok Trump jî piştî peywendiya xwe ya telefonî ya 20 adarê digel Serokê Rûsyayê Pûtîn destnîşan kir, wê ev herdu serok di demeke nêzîk de, wê bicivin û anîbûn ziman dibe ku cihê hevdîtnê Qesra Spî jî be. Di vê xalê de tiştekî ku em têxin ser van gotinan tune ye."
Qesra Spî bi vê daxuyaniya xwe qebûl kir ku muhtemel e Trump û Pûtîn li Qesra Spî bicivin.
Di daxuyaniya Krêmlînê de jî hatibû ragihandin ku Trump 20ê adarê di peywendiya telefonê de Pûtîn vexwendiye Qesra Spî.