Haydar Şahin
27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
DOHA
Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku bi beşdariya leşkerên Tirkiyeyê ew ê di 14-22yê adarê da tetbîqata leşkerî bikin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Rênîşandana Menewî ya girêdayî Wezareta Parastinê da hat destnîşankirin ku hemû yekîneyên hêzên çekdar ên ku Wezareta Karên Navxweyî, Mihafizên Mîrektiyê, Teşkîlata Ewlekariya Dewletê, Hêzên Ewlekariya Navxweyî piştgiriyê didinê û hêzên leşkerî yên ku ji Tirkiyeyê bên ew ê tevlî tetbîqata bi navê "Mexelê Şêr" bibin.
Hat ragihandin armanca tetbîqatê ew e ku sîstemên parastina hewayê û fermandariyê aktîve bikin, operasyonê rêva bibin, operasyonên hevpar pîlan bikin, di navbera hêzên leşkerî da hevkarî û pîlankirinê hêzdar bikin, li di jî şerê psîkolojîk têkoşînê bidin û hêza çapemeniyê bînin halê çalak.
Tuxgeneral Casîm Ehmed Muhennediyê dîrektorê tetbîqatê di daxuyaniyê da got ku "tetbîqat parçeyekî pîlana çalakiyên salane yên Hêzên Çekdar ên Qeterê ye û ji bo pêşxistina qabîliyeta şer a hêzên leşkeriyê roleke girîng dilîze."
Hêzên Tirkiyeyê li gor peymana ku di 19ê berfanbara 2014an da di navbera Tirkiyeyê û Qeterê da hatibû îmzekirin li Qişleya Tariq Bîn Ziyad a li Qeterê hatibûn bicîkirin.
Qeter û Tirkiyeyê di tebaxa sala par da jî tetbîqata hevpar a beja û behrê kiribûn.