Elif Orhan
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
BEXDA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar bi hemtayê xwe yê Iraqî Osman Xenimî re "li ser têkilyiên dualî yên ku di mijara ewlehiya sînor û têkoşîna dijî terorê de pêş ketin" hevdîtin kirin.
Akar di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtinê hat kirin daxuyanî da û got ku "li ser têkiliyên eskerî yên dualî yên ku di mijarên ewlehiya sînor û têkoşîna dijî terorîzmê de pêş ketin derkeve asta jortir" hevdîtin kirin.
Akar diyar kir ku di hevdîtinê de li ser mijarên girîng ên der barê pêşxistina têkiliyên di navbera hêzên çekdar ên Tirkiye û Iraqê de yên ku dîroka wan kevnar e sekinîn û got ku "Hem Tirkiye hem jî Iraq bi xetere û tehdîdên manend ên ku ji rewş û şert mercên li herêmê derdikevin re rû bi rû ne. Daxwaza me ew e ku têkiliyên eskerî yên dualî yên ku di mijarên ewlehiya hidût û têkoşîna dijî terorîzmê de pêş ketin derkeve asta jortir."
Akar got ku "Ez wisa bawer dikim ku dê wek du welatên girîn ên herêmê û hêzên çekdar ên girîng dê hevkariya me zêde be û bidome."
Ji aliyê din ve Sererkanê Iraqê Xenimî jî diyar kir ku ziyareta Bexdayê ya Akar berê hatibû plankirin û wiha axivî: "Ev ziyaret geşedanên gelekî girîng û mezin dihewîne. Di serê van de pêşxistina têkiliyên eskerê yên dualî de pêşxistina perwerde, çekdarkirin û parvekirina îstixbaratê tê."
Xenimî got ku li ser mijara ji bo ku di navbera her du welatan de qadên wekî ewlehiya sînor, tecrubeya eskerî û agahiya îstixbarî bêtir bê pêşxistin avakirina komîteya hevpar jî sekinîn û got ku "Ev ziyaret dê bibe wesîle ku ji bo berjewendiyên gelê her du welatan gelek pêşketinên girîng çêbin."