Önder Beyter
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir ku Herêma Kurdistana Iraqê perçeyekî wî welatî ye û balafirxaneyên li Hewlêr û Silêmaniyê jî dema ku rêveberiya navendî bi awayekî têkûz kontrola wan kir destê xwe wê ji firînên dervayî welat ra bên vekirin.
Îbadî di hevpeyvîna xwe ya bo beşê Erebî yê têlevîzyona Alman DWyê da peywendiyên Bexda-Hewlêrê nirxand.
Îbadî destnîşan kir ku xelkê Herêma Kurdistanê, perçeyek ji Iraqê ye û di çarçoveya Iraqa yekbûyî da ye û wiha dewam kir, "Ji bo ku ji Iraqê cuda bibin, hewldana referandumekê hat kirin. Ev referandum bi awayekî eşkere têk çû. Seba herêmê (Herêma Kurdistanê) encamên birîsk derketin holê. Ji bo îzalekirina van encaman, çawa em li herêmên din ên Iraqê dikin, em dixwazin piştgiriya welatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê jî bikin."
Îbadî bal kişand ku daîreyên dewletê û şaxên ewlekariyê yên li Herêma Kurdistanê ne ji vê an jî ji wê partiyê ra, divê ji welatiyan ra xizmetê bikin û wiha pê da çû:
"Emê di demeke nêzîk da meaşên karmendên li herêmê bidin. Lêbelê divê em baş û saxlem pê beled bin ku ev pere neçe destê partiyan."
- Rewşa balafirxaneyan
Îbadî da bibîrxistin ku balafirxaneyên li herêmê ji bo seferên nava welat vekirî ne û wiha got:
"Lêbelê wekî rêveberiya navendî dema me kontrola balafirxaneyên li Herêma Kurdistanê kir destê xwe, wê demê emê firînên dervayî welat jî bidin destpêkirin. Em wer difikirin ku ev yek jî wê di demeke nêzîk da pêk were. Mizakereyên me dewam dikin û mizakere di qonaxa dawîn da ne. Peywir ne hêsan e. Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê vir va ji Iraqê nîvcuda ye. Niha jî em dixwazin vî welatî cardin bikin yek."