Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
BEXDA
Ji Tirkiyeyê sefera balafirê ya ewil a ber bi Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) va hat kirin
Serokê Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê Elî Xelîl Îbrahîm daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Rêhewaya Tirk (THY) sefera xwe ya ewil a ber bi Balafirgeha Silêmaniyeyê ya Navneteweyî va bir serî.

Îbrahîm destnîşan kir ku balafira THYê li Balafirgeha Silêamniyeyê danî û di rojên pêş da jî wê balafirên Iraqê jî ji Silêmaniyeyê dest bi seferên ber bi Stenbolê bikin.
Di 29ê Îlona sala 2017an da ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê qedexeya firînê dest pê kiribû û şêniyên li herêmê ji ser Balafirgehên Hewlêr û Bexdayê ra xwe digîhandin cihên dixwestin biçinê.
Bi rakirina qedexeyê va welatî wê him ji pereyê xwe kar bikin û him jî ji wextê.