Önder Beyter
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
WASHINGTON
Wezîrê Parastina Amerîkayê Jim Mattis der heqê êrîşa dijî Sûriyeyê ya di serkêşiya Amerîkayê da wiha got, "Em wer bawer in ya ku me kir, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û hiqûqa welatên me da rast e û ez hêvî dikim ku Esed vê carê peyam hilda."
Mattis li Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) bi Wezîra Parastina Albaniyayê Olta Xhacka ra hat cem hev.
Beriya civînê herdu wezîran ligel heyetên bi xwe ra poz dan rojnamegeran. Mattis ji bo pirseke der heqê êrîşa dijî Sûriyeyê da got ku Amerîka, Fransa û Îngiltereyê bi hev ra ev gav avêtin da ku qedexeya çeka kîmyayî rûnê.
Mattis wiha got, "Em wer bawer in ya ku me kir, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û hiqûqa welatên me da rast e û ez hêvî dikim ku Esed vê carê peyam hilda."