Ata Ufuk Şeker
17 Adar 2025•Rojanekirin: 19 Adar 2025
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştgiriya bi qasî 3,5 milyar ewroyî ya ji bo Ukraynayê pesend kir.
Konseya YEyê eşkere kir, di çarçoveya plana dabînkirina 50 milyar ewro piştgiriya darayî ya ji bo Ukraynayê ya heta 2027an da biryara şandina bi rêkûpêk a sêyem ji hêla welatên endam hat qebûlkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Ukraynayê şert û merc û her wiha reform bi cih anîn ku ji bo wergirtina fona bi qasî 3,5 milyar ewroyî, pêwîst in.
Hat destnîşankirin ku piştgiriya YEyê ya ji bo îstiqrara makro-fînansî, rêkûpêkbûna aboriyê û jinûva avadankirina Ukraynayê dê bidome û bi şandina sêyem va miqdara ku dê di çarçoveya Fona Ukraynayê da ji bo wî welatî were dabînkirin, dê bigihîje 20 milyar ewroyî.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku bi Fona Ukraynayê va di navbera 2024-2027an da 50 milyar ewro fînansmana ku ji hîbe û krediyan pêk tê dê ji bo Ukraynayê were dabînkirin.