Önder Beyter
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
QUDIS
Hat ragihandin ku Îsraîlê pergaleke nû ya berevaniya fuzeya balîstîk ceriband.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Îsraîlê, Îsraîlê pergaleke nû ya berevaniya fuzeyan ku dikare fuzeyên menzilkurt, menzilnavînî û menzildirêj ji navê bibe, ceriband. Hat diyarkirin ku ceribîn bi awayekî serkeftî derbas bû.
Hat destnîşankirin ku pergala nû, ji aliyê Endustriya Feza û Hewageriyê ya Îsraîlê va ligel tevkariya şîrketa Amerîkayê ya hewagerî û parastinê Boeingê hat çêkirin.
50 sal e Girên Golanê û Qudsa Rojhilat di bin dagiriya Îsraîlê da ye. Herwiha Îsraîl 10 sal e jî abloqe daniye ser Xezeyê.