Ahmet Aydın
02 Îlon 2018•Rojanekirin: 03 Îlon 2018
XEZZE
Çalakvanên Filistînî yên ku bi mebesta têkşikandina eblûqeya li ser Xezzeyê bi 50 beleman derketin deryayê, rûbirûyê midaxeleya Hêzên Deryayî yên Îsraîlê hatin.

Li gorî şahidhalên li herêmê, Hêzên Deryayî yên Îsraîlê çalakvanên navborî gulebaran kirin.
Di encam gulebaranê de Filistîniyekî ku wê demê li keviya deryayê bû bi mermiyên eskerên Îsraîlê birîndar bû.

Derbarê rewşa tendirustiya birîndar de ti agahî nehatin sitendin.