Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Bîden Patrîkxaneya Rûman a Fenerê ziyaret kir.
Patrîkê Rûman a Fenerê Bartholomeos pêşwaziya Joe Bîden kir.
Patrîk û Bîden demekî axivîn û pişt re jina wî Jîll Bîden jî beşdarî sohbeta wan bû. Piştî hevdîtinê Bîden digel xanima xwe di Dêra Aya Yorgî de mûm vêxistin.
Ji bo hevdîtina Bîden û Bartholomeos bê kişandin qasî 40 deqîqeyan destûr dan çapemeniyê, lê pişt re hevdîtinê bêyî çapemeniyê dewam kir.