ŞANLIÛRFA
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk li Taxa 11ê Nîsanê ya Sirûcê li kampa ku çêkirina wê berdewam dike, lêkolîn kir û pişt re daxuyanî da. Kuçuk diyar kir ku ji kurdên sûriyeyî yên ku piştî pevçûnên ku di navbera DÎŞIya rêxistina terorê û komên kurdan de diqewmin, reviyan re deriyên xwe vekirin.
Kuçuk got ku di serî de penaber li navendên berwext ên sitirînê bi cî kirin û destnîşan kir ku pişt re ji bo mêvanan dest bi çêkirina konbajarekî ku tê de her tişt heye, kirin.
Kuçuk bi bîr xist ku xebatên li kampê hatine ber bi xilasbûnê.
"Tê de her tişt heye"
Kuçuk got em plan dikin ku hemû penaberên li navçeyê li cihekî tenê kom bikin û wiha axivî:
"Em kampa herî mezin a Tirkiyeyê ji bo kobanêyiyan ava dikin. Li navçeya Sirûcê çêkirina kampa ku dê têra 40 hezar kesî bike, dê meha pêşiya me ji bo xizmetê bê vekirin. Ev der hema bêje bajarek e û tê de dê her tişt hebe. Navenda çandê, dibistan û nexweşxaneya wê dê gelek hewcedariyên mêvanên me pêk bînin. Înşallah meha bê em ê dest pê bikin û birayên me yên kurd ên ji Sûriyeyê hildin vir. Di nav du meh û nîvan de bajarek tê avakirin û ev yek jî hêza gel û dewleta me nîşan dide."