15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
NEW JERSEY
Fatma Betul Sayan Kayaya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî li Patersona bajarê eyaleta New Jerseyê beşdarî bernameya bi destê Navenda Kordînasyona Hilbijartinê ya DYAyê ya AK Partiyê hat çêkirin, bû.
Kaya ji bo xebatên referanduma di 16ê nîsanê da wê bê kirin hat Patersonê û bi coş hat pêşwazîkirin.
Piştî xeberdana destpêkê bernameyê ji çapemeniyê ra girtî dewam kir.
Kaya wê îro jî di civîna 61emîn a Komisyona Statuya Jinan da li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bipeyive.
Tê destnîşankirin Kayayê behsa qeyrana dîplomatîk a li Hollandayê hat serê wê bike.