WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Marîe Harfê piştrast kir ku keştiyeke ku nefta Herêma Kurdistana Iraqê dikşîne, niha li nêzî perava Florîdayê ye û got ku "Lê belê polîtîkaya me ya di vê mijarê de neguheriye. Çavkaniyên vejenê yên Iraqê aidê hemû gelê Iraqê ye."
Di brîfînga rojane ya çapemeniyê de hat bibîrxistin ku "keştiyeke ku nefta Herêma Kurdistana Iraqê dikşîne, giha DYAyê û li bikêrên potansiyel digere." Harf li ser vê yekê wiha axivî: "Em haj pê hene ku niha li nêzî perava Florîdayê keştiyek heye, lê belê polîtîkaya me ya di vê mijarê de neguheriye. Çavkaniyên vejenê yên Iraqê aidê hemû gelê Iraqê ye."
Harfê da zanîn ku DYAyê di rewşa ku bûyerên bi îxtilaf ên hiqûqî dihewîne de her du aliyan der barê îxtilafê de agahdar kir û pêşniyaz kir ku bila her du alî jî der barê dê rêyeke çawa bişopînin de tewsiyeyan bistînin û biryarên xwe bi xwe bidin.
Rojnamevanekî pirsa "Hûn bi awayekî eşkere şirketên DYAyê û hikûmetên din ên biyanî hişyar dikin ku nefta Herêma Kurdistanê nestînin?" kir. Harfê li ser vê yekê wiha axivî: "Heke meseleyên qanûnî yên ku derketibin holê hebin, heke bikevin nav feliyetên ku tahkîm çêbe, em eşkere dibêjin ku dê di wateya potansiyelê de encamên qanûnî yê vê yekê çêbin. Helbet em mirovan di vê mijarê de hişyar dikin."
"Em şirketan hişyar dikin dibe ku îxtilafên hiqûqî çêbin"
Harfê destnîşan kir ku DYA di pozîsyoneke wisa de ye ku dibêje çavkaniyên vejenê yên Iraqê aidê hemû gelên Iraqê ye û divê Herêma Kurdistana Iraqê der barê îdarekirina van çavkaniyan de lihevkirinek pêk bîne. Harfê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Derveyî polîtîkaya me, heke wekî ku di vê bûyerê de çêbû, meseleyên qanûnî yên der barê neftê de hebin, dibe ku pêvajoya tahkîmê ya qanûnî çêbe. Dîsa jî dê biryareke qanûnî ya li derveyî me bê dayîn, hebe."
Rojnamevanek pirsa "Gelo hûn dibêjin ku heke hikûmeta federal tesdîq neke, hûn ê şirketên DYAyê yan jî bikêrên din ên navneteweyî jê vegerînin ku nefta herêma Kurdistanê nestînin?" kir. Harfê li ser vê yekê got ku "Em dibêjin ku dibe ku îxtilafên potansiyel ên hiqûqî yên ji vê mijarê derdikevin, çêbin."
Harfê pirsa "Hûn hişyarî didin wan ne wisa?" jî wiha bersivand: "Em hişyarî didin wan dibe ku îxtilafên hiqûqî çêbin. Ev muameleyên bazirganiyê ne. Hikûmeta DYAyê di nav van tiştan de nîne. Ji aliyê polîtîk ve helwesta me ew e ku çavkaniyên vejenê yên Iraqê aidê hemû gelên Iraqê ne û divê hikûmeta federal û Herêma Kurdistana Iraqê di vê mijarê de ji bo ku li hev bikin, divê bi hev re bixebitin. Demek dirêj e ku helwesta me bi vî awayî ye. Em etnîteyên şexsî hişyar dikin, dibe ku ji hin kirinên bi vî awayî yên ku em bûn şahidên wan encamên hiqûqî derkevin."