Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan,Mehmet Burak Karacaoğlu
30 Mijdar 2024•Rojanekirin: 30 Mijdar 2024
Komên çekdar yên dijberê rejimê ku dijî hêzên rejima Beşşar Esed şer dikin, ketin deverên li navîna bajarê Helebê.
Li Sûriyeyê komên çekdar yên dijberê rejimê ku dijî hêzên rejima Beşşar Esed şer dikin, nîvrokî ketin navenda bajarê Helebê û êvarkî jî gihîştin deverên li navîna bajarê Helebê.
Komên çekdar heya Meydana Sadallah El-Cabiriyê ya navendî hatin.
Di 27ê Mijdarê da li rojavayê Helebê di navbera hêzên rejima Esed û komên dijî rejimê da pevçûn derketibûn.
Di pevçûnan da hêzên çekdar li bajarên Heleb û Îdlibê herî kêm 70 cî û war hildabûn.