Muhammet Kurşun
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê referandûmê û nîqaşên serxwebûnê de got: "Xelkê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr li tundiyê bigihê heqê xwe. Herwiha em dixwazin têkiliyên me bi Bexdayê, cîranên me û dewletên herêmê re herî baş bin."
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêmê Barzanî pêşwazî li Balyozê Ingîltereyê li Iraqê Frank Baker û Balyozê Brezîlyayê li Iraqê Miguel De Magalhaes kir.
Di hevdîtinan de mijarên wek rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, qonaxa piştî DEAŞê, têkiliyê Hewlêr û Bexdayê û biryara referandûma serxwebûnê hatin guftûgokirin.
Di yek ji hevdîtinan de Balyozê Brezîlyayê Magalhaes heyraniya xwe der barê asayiş, çanda bihevrejiyanê ya li Kurdistanê û arîkariya xelkê li penaberan nîşan da û got:
"Bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe, ez dixwazim heyraniya xwe li ser vê çanda bilind a bihevrejiyanê bînim ziman. Aştî, tebayî û hevkariya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de cihê şanaziyê ye. Em sipasiya hîkmet û lihevhatîbûna rêveberiya cenabê Barzanî dikin."
Wek din wiha axivî: "Herçiqas Brezîlya ji aliyê cografî ve ji Kurdistanê dûr be jî, em di gelek bihayên bilind de hevbeş in. Wek pirrengiya neteweyan û îradeya li ser azadî û serxwebûnê. Em wek Brezîlyayê amade ne ku di her warî de ji Kurdistanê re arîkar bin. Her piştgiriya ku ji bo xelkê Kurdistanê pêwîst be em pêxav nakin."
Barzanî jî li ser çanda pêkvejiyanê wiha got: "Bihevrejiyana li Kurdistanê çanda xelkê me ye. Em şanaziyê bi vê yekê dikin.
Der barê referandûma serxwebûnê de jî Barzanî wiha axivî:
"Xelkê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr li tundiyê bigihê heqê xwe. Herwiha em dixwazin têkiliyên me bi Bexdayê, cîranên me û dewletên herêmê re herî baş bin. Piştî tu hêviya me ji Iraqê nema ku em şirîkatiyeke rasteqîne binyad bînin, me serî li referandûmê da. Lewra çanda xwesepandinê û înkarê li Bexdayê baladest e. Xelkê me wek hevbeşê rasteqîne nehat qebûlkirin. Niha jî xelkê me dixwaze biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Em dixwazin hemû mijarên xwe bi diyalog û guftûgoyê çareser bikin."